Serokwezîr ji bo bajarê Ranya budceyek terxan kir
Projeyên xizmetguzariyê li taxên bajarê Ranyayê têne cîbicîkirin.
Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand; di çarçoveya projeyên xizmetguzarî yên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêmê yên bajar û bajarokên Kurdistanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirin û xerckirina nêzîkî 383 milyon dînar ji bo bajarê Ranya daye.
Di daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizamendî li ser xerckirina bi qasî 382 milyon û 900 hezar dînar da, bi mebesta cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî ji bo beşek ji taxên bajarê Ranyayê.
Herwiha eşkere kir ku ev budce bi şêweya neqdî ye û qonax bi qonax ji ser budceya veberhênanê ya Wezareta Bajarvanî Geştûguzarî dê were xerckirin.