Li Hewlêrê 2yemîn Konferansa Şûnwariyê hat sazkirin
"Ev konferans aliyên veşartî yên dîrok û destketina belgeyên şûnwarî eşkere dike."

Hewlêr (K24) – Wezareta Bajarvanî û Geştyariyê ragihand; bi amadebûna Wezîrê Bajarvanî û Geştyarî Sasan Ewnî û Seroka Ifpo ya Fransî Barbara Couturaud û hejmarek ji mamoste û şûnwarnasên zanîngehên cîhanê, 2yemîn Konferansa Şûnwarî ji bo gotûbêjkirina karên tîmên ku li Herêma Kurdistanê karê şûnwariyê dikin, birêve çû.
Wezareta Bajarvanî ragihand; armanc ji vê konferansê gotûbêjkirina encamên lêkolînên li pêgehên şûnwarî yên îsal û salên borî ye.
Herwiha destnîşan kir ku ev konferans aliyên veşartî yên dîrok û destketina belgeyên şûnwarî eşkere dike û girîngiya wê jî ew e ku pêgeha Kurdistanê ji aliyê şûnwaran ve bihêztir dike.
Wezaretê diyar kiriye ku armanceke din a vê konferansê jî, bihêzkirina pêwendiyên navbera hemû tîmên karê şûnwariyê li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dikin.
Hat ragihandin; ji bo yekxistina encamên ku piştî lêkolînan bi dest ketine, bi taybetî deverên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê li konferansê were nasandin, ji ber ku mamoste û pisporên beşdarî konferansê bûn, bi awayekî berdewam rola wan di konferansên cîhanî yên şûnwariyê de heye.

