PDKê kandîdê xwe ji bo postê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê diyar kir
Di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de, Desteya Serokatiya Parlamentoyê tê hilbijartin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxewan Ebdullah ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek kandîd ji bo postê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê hat diyarkirin.
Îro Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) yekem rûniştina xwe dike û biryar e tê de Desteya Serokatiya Parlamentoyê (Serok û 2 cîgirên Serokê Parlamentoyê) were hilbijartin.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, parlamenterê ji Fraksiyona PDKê Şaxewan Ebdullah, wek kandîd ji bo postê Cîgirê Serokê Parlamendtoya Iraqê hat diyarkirin.
Di wê derbarê de Şaxewan Ebdullah ji K24ê re ragihand, ev post ji destkeftên Kurdan e, ji ber wê ew çaverê ne hemû aliyên Kurdî ji bo hilbijartina Cîgirê Serokê Parlamentoyê yekdeng bin.
Şaxewan Ebdulla got jî: “Parlamenter di rûniştina îro de sûnda yasayî dixwin û em jî pabendî rênimayên ku ji aliyê serkirdatiya siyasî ya Kurdî hatine diyarkirin dibin.”
Şaxewan Ebdullah
- Sala 1979 li Kerkûkê ji dayik bû.
- Diktora di Yasaya Giştî de wergirtiye.
- Endamê Komîta Asayiş û Berevaniyê di xula sêyem a Parlamentoya Iraqê bû.
- Di hilbijartinên 10/10/2021 de dengên her bilind li Kerkûkê bi dest xistin.
- Bi helwesta xwe ya Kurdistanî naskirî ye û endamê Komîta Asayîkirina rewşa Kerkûkê ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê bû.