Berdevkê HezKurd: Me sê meh amadekarî ji bo kampanyaya dersa Kurdî kir

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Barij Celalî li ser çalakiyên ji bo hilbijartina dersa Kurdî axivî.

Hewlêr (K24) - Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Barij Celalî li ser çalakiyên ji bo hilbijartina dersa Kurdî li dibistanên fermî diyar kir: “Me sê meh ji bo vê kampanyayê amadekarî kir.”

Barij Celalî beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser çalakî û xebatên ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) behsa xebatên HezKurdê kir.

Celalî diyar kir ku wan weke Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) di 3yê Çileyê de dest bi xebatan kirine, da ku haya malbatên Kurd ji derfeta hilbijartina dersa zimanê Kurdî li dibistanan hebe.

Berdevkê HezKurd eşkere kir: “Me sê meh ji bo vê kampanyayê amadekarî kir û em daketin qadan, piştî ku em daketin qadan, me dît ku him nêzîkatiya gel gelek germ e û him jî agahiya wan ji vî mafî tunebû.”

Barij Celalî ji ber piştevaniya kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî spasiya xwe ji K24ê û medyaya Kurdî re pêşkêş kir û got: “Kampanyaya me derket wê astê ku êdî bû kampanyaya giştî ya neteweya Kurd.”

Celalî bal kişand ser wê yekê ku bûye 23 roj rojeva Bakurê Kurdistanê bûye kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Proseya hilbijartina dersên Kurdî heta 7ê Sibata 2022yan berdewam e. 

Fly Erbil Advertisment