Li çiyayê Korek festîvala berfê birêve diçe
ro şemiyê 12ê Sibata 2022yan, 4emîn Festîvala Berfê li çiyayê Korek birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Îro şemiyê 12ê Sibata 2022yan, 4emîn Festîvala Berfê li çiyayê Korek birêve diçe, ku çendîn çalakî tên lidarxistin û gelek geştyar beşdarî festîvalê dibin.
Biryar e festîval îro di demjimêr 11:00ê de dest pê bike, ku bi serperiştiya Rêveberiya Geştûguzariya Soranê û Binkeya Geştûguzariya Riwandiz û Civaka Geştyarî ya Çiyayê Korekê ve birêve diçe.
Serperiştyarên festîvalê diyar dikin; Civaka Geştyarî ya Çiyayê Korekê şiyana wê ya pêşwazîkirina 5 hezar geştyaran heye, ev 4emîn festîvala berfê ye li çiyayê Korekê, ku gelek geştyar di festîvalê de amade dibin.