Bi pêşengiya Salah Liverpool Inter Milan li mala wê têk bir
Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool serkeftinek girîng li hember mêvandara xwe Inter Milan bi du golên paqij tomar kir. Bayern Munchenê jî di xulekên dawîn ên pêşbirkê de bi mêvandara xwe ya Salzburgê re wekhev bû.
Di gera yekem a qonaxa 16 a Champions League de şeva borî Liverpool bû mêvana Inter Milan û bi du encama (2 - 0) vegeriya mala xwe.
Golên Liverpool di xulekên (75 û 83) de bi riya Roberto Firmino û Mihamed Selah hatin tomarkirin.
Liverpool bi vê serkeftinê, lingekî xwe di qonaxa çarîk-fînala Champions League de danî û li benda lîstika vegerê dimîne ku dê roja 8ê Adara bê were lîstin.
Di heman gerê de jî, Bayern Munchenê bû mêvana Salzburga Awûstûryayî û bi encama (1 - 1) wekhev bûn.
Salzburgê di xuleka 21emîn de bi rêya Junior Adamo pêş ket. Stêrka Bayernê Kingsley Coman jî di xuleka dawîn a de gola yeksanbûnê tomar kir.
Her du tîma Bayern Munchen û Salzburg dê li benda lîstika vegerê ya ku dê roja 8ê Adara bê were lîstin bimînin, ta ku yek ji wan derbasî qonaxa çarîk-fînalê bibe.
Di heman gerê de jî, roja Sêşemê Paris Saint-Germain mêvandariya Real Madrid kir û bi encama (1 - 0) bi ser ketibû. Herwiha Sporting Lisbon jî bi encama (5 - 0) li pêş MAN City têk çûbû.