Yaşar Guler: Hebûna me ya leşkerî li Îraq û Sûriyeyê berdewam dibe

Yaşar Guler
Yaşar Guler

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê ragihand ku welatê wî li ser hebûna xwe ya leşkerî li Îraq û Sûriyeyê berdewam dibe heta ku ewlehiya sînorên wî bi temamî tê dabînkirin, amaje bi wê yekê jî kir ku tenê di dema peydabûna şertên ewlehiyê de rewşa bingehên wan ên leşkerî tê nirxandin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro Sêşem, 20ê Cotmeha 2026ê, ji ajansa France Pressê (AFP) re ragihand: "Em li ser parastina hebûna xwe ya leşkerî li Îraq û Sûriyeyê berdewam in. Dema me nirxandin bo wê yekê kir ku şertên pêdivî ji aliyê ewlehiya herêmî û sînorî ve hatine bicihanîn, wê demê em dê rewşa deverê û bingehên xwe yên leşkerî li deverê binirxînin."

Yaşar Guler behsa wê yekê jî kir ku piştî nemana rêjîma Beşar Esed û serhildana desthilateke nû li Şamê, Enqereyê hevahengiyeke nêzîk a ewlehiyê ligel hikûmeta nû ya Sûriyeyê dest pê kiriye daku şiyanên artêşa wî welatî bên xurtkirin û sînor jî bên parastin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê herwesa got: "Tenê dema ku gefa terorê bi temamî li deverê bê binbirkirin, ewlehiya sînoran tê dabînkirin û desthilata dewletê bi rengekê yekgirtî li seranserî axa Sûriyeyê tê sepandin, wê demê rewşa hêzên me tê nirxandin."

Guler amade nebû ku hejmara fermî ya serbazên welatê xwe li nav axa Îraq û Sûriyeyê eşkere bike, lê ron kir ku qebareya hêzên wan li ser bingeha pêdivîtiya meydanî û astê gefan tê diyarkirin, ne ku tenê bi hejmara serbazan.

Li ser pêngavên çareseriyê û proseya Partiya Karkkerên Kurdistanê (PKK) jî, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê tekez kir ku pêdivî ye PKK bi temamî biryara hilweşandina xwe bi cih bîne, piştî ku sala borî çekên xwe bi rengekê sembolîk pûç kirin û di vê mehê de jî ji çar bingehên xwe yên serekî li Herêma Kurdistanê vekişiyan. Herwesa hişyarî jî da ku pêşveçûna vê piroseyê bi manaya sistkirin an kêmkirina rêkarên ewlehiyê nayê.

Guler pesna bizavên Îraqê bo kontrolkirina çekan di destê dewletê de û bêçekkirina mîlîşiyayan kir, bi taybetî wan pêngavên ku li devera Şingalê hatine avêtin. Herweha amaje bi wê yekê da ku welatê wî amade ye bi rengekê qonax bi qonax kontrola bingeha leşkerî ya Başîkê li nêzîkî Mûsilê radestî artêşa Îraqê bike.