Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê dike

Balyozê nû yê Kanadayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî û zanistî û akademî de nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 8ê Adara 2022an pêşwazî li Balyozê nû yê Kanada yê li Iraqê Gregory Galligan kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di wê civînê de, Balyozê Kanadayê tekezî li girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de kir û ragihand; pêzanîna wî ji bo parastina pêkvejiyana olî û netewî li Herêma Kurdistanê heye û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî û zanistî û akademî de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya rola Kanadayê di alîkariya Pêşmerge û piştevaniya gelê Kurdistanê di rojên teng de kir.

Bilindkirina pêgeha jinan li Kurdistanê û berfirehkirina beşdariya jinan di warên cuda ên civakên de, mijareke din a vê hevdîtinê bû.