Liverpool û MAN City gavek ber bi nîv-fînala Champions League ve avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool bi sê golan Benfica têk bir, Manchester City jî bi golekê Atletico Madrîdê têk bir û her duyan gavek ber bi nîv-fînala Champions League a Ewropayê avêtin.
Di gera çûn ya Qonaxa çarîk-fînala Champions League de, tîma Benfîca a Portugalî şeva borî li stadiuma da Luz mêvandariya tîma Lîverpool a Îngilîzî kir û bi encama (1 - 3) têk çû.
Golên Lîverpool di xulekên (17, 34 û 87) de bi riya Ibrahima Konate, Sadio Mane Luis Diaz hatin tomarkirin. Darwin Nunez jî
Gola tekane ya Benfica di xuleka (49) de tomar kir.
Bi vê serketinê, Liverpool nêzîkî qonaxa nîv-fînalê bû û li benda lîstika vegerê dimîne ku biryar e 13ê vê mehê li stadiuma "Anfield" were lîstin.
Di lîstika din de jî, tîma Manchester City şeva borî li stadiuma Etihad mêvandariya Atletico Madrîd kir û bi golekê bê beramber bi ser ket.
Gola Manchester City di xuleka (70) bi riya Kevin De Bruyne hat tomarkirin.
Manchester City jî bi vê serketinê, gavek ber bi nîvfînalê ve avêt û dê li benda yekalîkirina encama lîstika vegerê a li stadiuma Wanda Metropolitano ya Madrîdê bimîne ku biryar e roja 13ê vê mehê were lîstin.
Di heman gera çûnê ya qonaxa çarîk-fînala Champions League de, îro (Chelsea - Real Madrîd) û (Villarreal - Bayern Munchen) rûbirûyî hevdu dibin.