Li Iraqê bûyera trafîkê: 12 kes mirin

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Iraqê ragihand, di bûyereke trafîkê de li ser rêya Bexda-Babîlê 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Iraqê ragihand, di bûyereke trafîkê de li ser rêya Bexda-Babîlê 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Di civîneke çapemeniyê de Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Iraqê îro 29ê Tîrmehê eşkere kir, şeva borî di bûyereke trafîkê de li ser rêya navbera parêzgehên Bexda û Babîlê, 12 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Herwiha diyar kir, bûyer ji ber zîvirîna xelet, bêagahî û leza ajotinê rûdaye.

Beriya niha Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Trafîkê yê Iraqê Ziyad El Qeysî diyar kiribû, zêdebûna bûyerên trafîkê ji ber çend sedeman e, ji wan; pabendnebûna şofêrên barhilgir bi rênimayên trafîkê, pabendnebûna leza diyarkirî û herwiha xirabiyan rêyan.