Ji ber stranên Kurdî cih ji bo konsera Parvîn Şakar nehat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd Pervîn Çakar diyar kir ku li Mêrdînê salona konserê nedane wê, ji ber ku stranên Kurdî di repertuwara wê de hene.

Sopranoya Kurd a navdar a cîhanê Pervîn Çakar li hejmara xwe tora civakî “Twitter” diyar kir ku Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ji ber ku di repertuwara wê de berhemên Kurdî hene, salona konserê nedaye wê.

Hunermendê Kurd Pervîn Çakar got: “Me daxwazname ji salona konserê ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê re nivîsand ku di meha Gulanê de konserekê bidin. Rektor pir erênî bû. Paşê repertuwara konserê min xwestin. Ji ber ku di repertuwara min de berhemên kurdî hene, salona konserê nedan min. Ji ber ku ez nikarim li bajarê xwe konserekê bidim ez xemgîn im.”

Siyasetmedarê ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Abdurrahman Kurt nivîsa hunermend Pervîn Çakar retweet kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Abdurrahman Kurt nivîsî jî: “Mixabin Pervîn xanim helwesteke neçaverêkirî bû, em jî matmayî û dilgiran bûn, tevî hemû hewldanan em jî rûbirûyî dijwariyekê bûn, lê emê bi ser bikevin, bê xem be.”

Ev yek di demekê ye, Li Tirkiyê di demen dawî de hejmarek ji konser û şanoyên Kurdî hatin qedexekirin, wek konserta hunermenda Kurd Aynur Dogan li Kocaeliyê, konserta hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman, şanoya Kurdî ya Tîma Şanoyê ya Amedê li Mûşê û Konsera hunermendê Kurd Mem Ararat ya li Bursayê.