Hunermenda Îmaratî Ehlam Şamsî stirana xwe ya nû pêşkêşî Kurdistanê kir

Ehlam Şamsî
Ehlam Şamsî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêngaveka hunerî û mirovî ya balkêş de, ku rengvedaneka berfireh di navendên Erebî û Kurdî de li pey xwe anî, hunermenda Îmaratî Ehlam Şamsî stiraneka xwe ya hunerî ya nû belav kir ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê û gelê wê kir, wekî rêzgirtinek jî bo bedewiya xwezayê, reseniya dîrokê û peyamên pêkvejiyan û aştiyê.

Piştî belavkirina vê stiranê, Ehlamê peyameke tijî evîn û serbilindî bi rêya hesabê xwe yê fermî li "Instagram"ê belav kir û tê de ragihand: "Ev serbilindî bo min hebû ku ez stiranekê bo Kurdistanê bibêjim, axa bedewî û reseniyê, û bo gelê wê yê hêja ku dilê wan tijî evîn û wefadarî ye… Hemî evîn û rêz û hurmet bo Kurdistanê û xelkê wê."

Ev stiran bûye pireke çandî û hunerî, ku muzîka Kendavê bi canê resen ê Kurdî ve girê dide. Di stirana xwwe de, Ehlamê behsa mêvanperwerî û mêrxasiya gelê Kurd kiriye û tekez jî kiriye ku peyama rastîn a hunerê nêzîkkirina gelan û çêkirina pirên evîn û aştiyê ye.

Hema yekser piştî belavkirina vê stiranê û daxuyaniya hunermenda Îmaratî, torên civakî bi pêleke mezin a pêşwaziyê û bertekên erênî teqiyan û ev stiran li Îraqê û welatên Kendavê ket rêza yekê.

Ji aliyê xwe ve, dezgehên ragihandinê û bikarînerên torên civakî li Kurdistanê pêşwaziyeke germ li vê pêngavê kir û bilind nirxand, herwisa amaje bi wê yekê jî kir ku peyvên Ehlamê ji dil derdikevin û rengvedana bilindiya hunerî û paqijiya hestên wê ne.