Sendîkayên ser bi DÎSKê ve daxwaza mûçeyên baş û rakirina bacên giran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfedrasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger DÎSKê, li Diyarbekirê bi daxuyaniyekî, daxwazên xwe yên zêdekirina mûçeyan û kêmkirina bacên li ser mûçeyan ragihand.

Endam û rêvebirên sendîkayên ser bi DÎSKê ve li ber avahiya Saziya Bacgirtinê, bi daxuyaniyekî bal kişandin ku di van rojan de, gengeşiyên li ser diyarkirina Kêmtirîn Heqdestî tê kirin, ew jî dixwazin ku mûçeyên li gor debara jiyeneke mirovî bê diyarkirin û dewrên wergirtina bacan ên li ser karker û karmendan bên rakirin.

Serokê Duyemîn Şaxa DÎSKê yê Diyarbekirê Hasan Eroglû, daxuyand ku ji karker û karsazan heman bac tê wergirtin û ev jî dadwerî nîn e, Eroglû daxwaz kir ku baca li ser mûçeyên karkeran dakeve ji %10an û ji dewlemendan zêde, ji yên kesên kêm qezen dikin jî kêm bac bê wergirtin.

Li gor qanûnên li Tirkiyê, salane ‘Navbereya Bacê’ tê sepandin û ji mûçeyên  karker û xebatkarên hin saziyan %25-27 zêde bac tê wergirtin. Karekr jî daxwaz dikin ku ew bac bi temamî bê rakirin.