Heta niha sê hezar û 595 revandiyên Êzidî hatine rizgarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî dawî amarên girêdayî revandiyên destê DAIŞê eşkere dike û radigihîne ku heta niha zêdetirî 3,500 kesan hatine rizgarkirin û zêdetirî nîvê wan kesên ku çarenivîsaa wan nediyar e keç û jin in.
Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî Hisên Qayîdî îro În, 13ê Mijdara 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re di derheqa dawî amara revandiyan de ragihand: "Di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser Şingal û derdora wê de di sala 2014ê de, bi giştî 6,417 kes ji pêkhateya Êzidiyan hatin revandin."
Hisên Qayîdî amaje bi wê yekê jî kir ku di encama bizavên berdewam ên nivîsîngeha wan de, heta îro 3,595 kes ji wan revandiyan ji destê terorîstên DAIŞê hatine rizgarkirin.
Di derheqa nasname û zayenda wan kesên ku hîn jî çarenivîsa wan nediyar e de, Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyan zelal kir ku ew kesên heta niha nehatine rizgarkirin hejmara wan 2,822 kes e, zêdetirî nîvê wan keç û jin in, herwisa pareka berçav jî ji zarokan pêk tê.
Di derheqa cihê mana revandiyan de, Hisên Qayîdî got: "Piraniya wan kesên ku di dema borî de hatine rizgarkirin li welatê Sûriyeyê bûn. Pareka zêde ya wan kesên ku hîn jî mane bi piştrastî ve li Sûriyeyê ne, bi taybetî di kampan de ne (wekî Kampa Holê), herwisa pareka din jî di nav Îraqê û di nav malbatên çekdarên DAIŞê de mane, herwisa îhtîmala wê yekê jî heye ku parek ji wan bo derveyî Îraq û Sûriyeyê hatibin veguhastin."
Navborî tekez li ser wê yekê jî kir ku karên wan berdewam in û got: "Her zanyarek li kîjan cihî bikeve destê me, em yekser tîmên xwe radispêrin daku lêkolîneke hûr li ser bikin, lê niha hûrbînî û giraniya me ya serekî li ser axa Sûriyeyê ye û em piştrast in ku hîn jî revandiyên me li wê derê mane."
Rêxistina DAIŞê di Hezîrana 2014ê de bajarê Mûsilê kontrol kir û her di Tebaxa wê salê de êrîş kir ser Şingalê û kempeyneka nemirovane li dijî Êzidiyan û xelkê wî bajarî kir. Herwisa zêdetirî 5,000 keç û jinên Êzidî wekî "destkeftiyên şer" desteser kirin û komkujî li dijî wê pêkhateya olî kir.