Dêrazor.. Baregehên milîsên ser Îranê ve hatin armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên nenas baregehên milîsên ser bi Îranê ve li gundewarê Dêrazorê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, şeva borî firokeyên nenas bingehên milîsên ser bi Îranê ve li gundewarê bajarê Meyadîn ê li parêzgeha Dêrezorê bombebaran kirin.

Ji aliyekî din ve medyaya Erebî ragihand, êrîş ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye kirin û di encama wê êrişê de 3 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn.

Ev êrîş di demekê de ye, Serokê Sererkaniyê Aviv Kochavi duhî ragihandibû ku wan berî çenf hefteyan karwaneke Îranê ku çek û petrol hilgirtibûn û ji Iraqê derbasî Sûriyê dibû li bajarê Bokemalê kir armanc û di encamê de 14 kes hatin kuştin ku piraniya wan ji milîsên ser bi Îranê ve bûn.

Îsraîl deh sal in êrîşên asmanî li Sûriyê pêk tîne û dibêje ku veguhestina çekan û bicihkirina çekdarên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, dike armanc.

Fly Erbil Advertisment