Li Şemzînanê 3 metreyan berf barî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Şemzînanê yê Colemêrgê berf biqasî sê metreyan barî û riya gelek gundan hat girtin.
Li bajarokê Şemzînanê yê Colemêrgê ev çend roj in bênavber berf dibare û bilindahiya berfê gihişte sê metreyan û riya çendîn gundên wê hatin girtin.
Tîmên girêdayî Parêzgeha Colemêrgê jî di şert û mercên zehmet de hewl didin riyan vekin.