Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneyên sersalê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji roja Yekşemê 25ê Berfanbara 2022an heta 1ê Berfanbara 2023an li hemû saziyên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ragihand.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, ji roja Yekşemê 25ê Berfanbara 2022an heta 1ê Çileya 2023an li hemû saziyên Herêma Kurdistana Iraqê betlaneya fermî ye û roja Duşemê 2ê Çileya 2023an jî karê fermî dê dest pê bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane bi boneya Cejna Sersalê bêhnvedana fermî radigihîne. Di heman demê de çendîn çalakî û amadekarî li parêzgehên Herêma Kurdistanê tên kirin û hejmara geştyaran jî bi awayekî berçav zêde dibe.

Di sersala 2021ê de nêzîkî 147 hezar geştyar ji bo pêşwazîkirina sersala nû serdana Herêma Kurdistanê kiribûn ku piraniya wan ji bajarên naverast û başûrê Iraqê bûn.