Li Mêrdînê şer û pevçûn: 6 kes birîndar bûn

Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du malbatan bi çekan şer û pevçûn kirin û 6 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du malbatan bi çekan şer û pevçûn kirin û 6 kes birîndar bûn.

Du malbatên ku di navbera wan de beriya niha kêşe hebûye, li devera pîşesaziyê ya navçeya Nisêbînê rastî hev hatin û di navbera wan de nîqaş dest pê kir.

Piştî demek ji nîqaşê her du aliyan bi çekan şerê hev kirin û 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.