Li Mêrdînê mînîbusek wergeriya: 6 mirî, 5 birîndar
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mêrdînê di encama bûyereke trafîkê de, 6 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Îro li ser rêya Midyat-Omerlî ya Mêrdînê, mînîbusa servîsê ji rê derket û wergeriya û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, tîmên cendirme û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin. 3 ji birîndaran bo nexweşxaneyên Midyadê û 2 jî bo nexweşxaneyên Mêrdînê hatin rakirin.
Hat zanîn, qurbanî xebatkarên parêzgarî û zanîngeha Artuklu ne.