Di sala 2022an de zêdetirî 370 hezar geştyaran serdana Çiyayê Nemrûdê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Di sala 2022an de zêdetirî 370 hezar geştyaran serdana Çiyayê Nemrûdê û deverên dîrokî yên Semsûrê kirine.
Piraniya Deverên Kurdistanê bi dîrok û şaristaniya xwe ya kevnar tên zanîn. Yek ji wan jî Semsûr e ku bi Çiyayê Nemrûdê, Şaristaniya Komagene, Kela Kahtayê, Bajarê Pîrê yê Dîrokî û çendîn deveran derdikeve pêş.
Çiyayê Nemrûdê û Bajarê Pîrê, wek cihê têkelbûna şaristaniya Kurdistan û Yunanê jî tê binavkirin.
Îsal zêdetirî 370 hezar geştyaran serdana deverên dîrokî yên Semsûrê kirine ku di lîsta Mîrasên dîrokî ya UNESCO de cih digrin.