Li Koyê şûnwarek ji serdema Sasaniyan hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarekî li bajarokê Koyê di nav zeviyê xwe de kûpeke kevin dît û piştî agahdarkirina Rêveberiya Şûnwariyê ya Koyê, kûp ji erdê hat derxistin.
Rêveberê Nivîsîngeha Şûnwariyê ya Koyê Yekîtî Wehîd ji K24ê re ragihand, tîmên wan ew kûp rakirin û niha li cem wan hatiye parastin.
Diyar kir jî, Kûp xwedî dîrokeke kevnar e, her çend wan hîn bi tevahî paqij nekirine û lêkolîn nekirine jî, lê tê pêşbînîkirin ku dîroka wê vedigere serdema Sasaniyan.
