Li Diyarbekirê bûyera trafîkê: 5 mirî, 23 birîndar

Li Diyarbekirê otobuseke rêwiyan qulipî, di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê otobuseke rêwiyan qulipî, di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan pitik e û 23 kes jî birîndar bûn.

Îro danê sibê 7ê Çileya 2023an, li ser rêya navçeya Farqînê ya Diyarbekirê di 65emîn kîlometreyê de, otobuseke rêwiyan wergeriya.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Hesen Kako li cihê bûyerê ragihand, bûyer derdora demjimêr 03:30 rûdaye û di encamê de yek ji wan zarokekî biçûk, 5 kesan canê xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne.

Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên tendirustî, agirkuj, UMKE, AFAD û cendirme gihîştine cihê bûyerê.

Birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.