Li Wan û Colemêrgê ji ber berfê riya hejmarek gundan hatiye girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye dayîn, ji ber berfê rêya 30 gundan hatiye girtin.

Tîmên Rêveberiya Karên Zanistê ji bo vekirina rêyan, di karê pakkirina, kuçe û peyarêyan xebatên xwe didomînin.

Rêveberê Tîmên Rêveberiya Karên Zanistê Orhan Ergîn, diyar kir ku ew bi rojan li bajêr li benda berfê ne.

Ergîn, diyar kir ku li herêma ku hişkesalî hebû, welatî bi destpêkirina barîna baran û berfê kêfxweş in û got, ew wekî şaredarî hewl didin ku astengî û pirsgirêk ji welatiyan dernekevin.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrg ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, çûnûhatin li 9 taxan rawestiya ye.

Li gor agahiyên ku ji Îdareya Taybet a Parêzgehan hatine wergirtin, ji ber berfa ku li navçeyê bi bandor bûye, rêya 2 gund û 7 mezrayan hatiye girtin.

Tîmên pakkirina berfê ji bo vekirina rêyan, dest bi xebatên xwe kirin.