Li Qersê otobusa dibistanê wergeriya: Xwendekarekî canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de xwenxdekarekî canê xwe ji dest da, 14 xwendekar birîndar bûn

Li bajarokê Zarûşadê yê Qersê, otobusa ku xwendekaran dibirin dibistanê wergeriya û di encamê de xwendekarekekî 13 salî canê xwe ji dest da û 14 xwendekar birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Zarûşadê hatin rakirin.