Parêzgeha Duhokê.. 143 proje di sala 2022an de hatine cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di sala 2022an de 143 proje bi buhayê nêzîkî 4 milyar dînar li parêzgeha Duhokê hatine cîbicîkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Li ser dahata Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî, di sala 2022an de li parêzgeha Duhokê 143 projeyên xizmetguzariyê bi 3 milyar û 971 milyon û 674 hezar dînar hatine cîbicîkirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proje û xerciyên wan wiha ne: Di sektora şaredariyan de, 64 proje bi bihayê 2 milyar û 712 milyon û 68 hezar dînar hatine cîbicîkirin. Di sektora av û kanalîzasyonê de, 77 proje bi bihayê 1 milyar û 231 milyon û 656 hezar dînar hatine cîbicîkirin. Di warê geştiyariyê de jî, projeyek bi bihayê 11 milyon û 750 hezar dînar hatiye cîbicîkirin. Di sektora plansaziya geşepêdanê de jî, projeyek bi bihayê 16 milyon û 200 hezar dînar hatiye cîbicîkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, ev 143 proje tenê ew proje ne ku li ser dahata Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê hatine cîbicîkirin. Hevdem çend projeyên din ên xizmetguzarî par ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine terxankirin û temamkirin. Her wiha çend projeyên din jî hene ku kar tê de berdewam in.