Berdevkê Hikûmeta Iraqê naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê belav kir
Basim Ewadî di daxuyaniyekê de 4 bendên sereke yên rêkeftina navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî çar bendên sereke yên rêkeftina navbera Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir.
Basim Ewadî di daxuyaniyekê de 4 bendên sereke yên rêkeftina navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, rêkeftin 4 bendan li xwe digre. Yekem: Hinardekirina rojane 400 hezar bermîl petrol ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi rêya Kompaniya Somo û cara yekem nûnerekî Hikûmeta Herêmê di kompaniyê de hebe, ew jî postê Cîgirê Serokê Kompaniyê ye.
Li gor gotina Basim Ewadî, benda duyem; ji pêkanîna lijneyeke çar kesî pêk tê, du kes ji wan ser bi Wezareta Petrolê ya Iraqê, du kesên din jî ser bi Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê dibin û ew lijne serperiştiya hinardekirina petrola Herêmê dike, heta wê demê ku yasaya petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê were derxistin.
Benda sêyem, pêwendiya wê bi rêkeftinên Herêma Kurdistanê yên ligel 4 kompaniyên cîhanî heye û li gor rêkeftinê, daxwaz ji wan kompaniyan hatiye kirin ku girêbestên nû ligel Herêma Kurdistanê îmze bikin.
Benda çarem; vekirina hejmareke bankî li jêr serperiştiya Hikûmeta Federal û desthilata muamelekirina bi wê hejmarê, ji Serokê Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn û ew hejmar dê li Banka Navendî ya Iraqê be û li jêr çavdêriya Dîwana Çavdêriya Federal be.
Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, hat îmzekirin.