Rûmal

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im rêkeftina Hewlêr û Bexdayê di zûtirîn dem de were cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 5ê Nîsana 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di xala yekem a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser encamên gotûbêjên şanda bilind a bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û îmzekirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat: “Serokwezîr amaje bi kir ku ev rêkeftin destkefteke girîng e û gaveke din e ji bo baştirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de. Serokwezîr destxweşî li Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kir, ji ber hewlên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Serokwezîr her wiha pîrozbahî li şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bêyî destberdana ji ti mafekî destûrî yê Herêma Kurdistanê gihîştine vê rêkeftinê.”

Daxuyaniyê diyar kir jî, “Di van salên dawî de berpirsên Hikûmeta Federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê birîn, Herêma Kurdistanê neçar bû ku petrolê hinarde bike û rêkarên hinardekirina petrolê, yasayî û destûrî bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya mafên xwe yên destûrî de petrol hinarde dikir.

Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku ew rêkeftin wek xwe û di zûtirîn dem de cîbicî bibe û bibe bingeheke baş ji bo cîbicîkirina yasaya bûdceyê û amadekirina projeyasaya petrol û gaza federalî.

Di beşeke din a civînê de, Wezîra Herêmê bo Karûbarê Perlemantoyê Vala Ferîd û Wezîrê Tendirustiyê Saman Barzanî kurteyek derbarê armanc, pêkhate û taybetmendiyên projeyasayê (Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê) pêşkêş kirin.

Amaje bi wê jî kirin, armanc ji vê projeyasayê, bilindkirina asta xizmetên tenduristiyê, reforma sîstema tenduristiyê di berjewendiya welatiyan de, rêkxistina rêkarên xebatê di sektorên giştî û taybet de û rêzgirtina li mafên nexweşan e.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat, piştî pêşkêşkirina çend têbîniyan, biryar hat dayîn ku bi berçavgirtina têbîniyan û bi arasteya zêdetir dewlemendkirina pirojeyasayê, pêdaçûn li ser projeyasayê were kirin, ji bo di civîna bê ya Encûmena Wezîran de were pesendkirin.

Xala dawiyê ya civînê jî, taybet bû bi pêşkêşkirina babeta bilindbûna nirx û kelûpelan li bazarê ku tevî daketina nirxê dolar li hember dînarê Iraqî û çawaniya çavdêrîkirin û kontrolkirina nirxê bilind li bazaran.

Di vê derbarê de, Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û wezîrên pêwendîdar, ronîkirin, zanyarî û raperdeyên pêwîst ji bo kontrolkirina bazar û nirxê kelûpelan û kêmkirina barê jiyana welatiyan, pêşkêş kirin.