Rûmal

Wezareta Derve ya Amerîkayê bo K24: Em pêşwaziyê li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dikin

"Ev rêkeftin encama karê giran ê serkirdeyên Iraqê ye ku berjwendiya xelkê Iraqê kirine karê li pêşiya hemû tiştan."

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşwazî li rêkeftina petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Li ser pirsyara Peyamnêrê Kurdistan24ê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, em pêşwazî li wê rêkeftina navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24ê re diyar kir, ev rêkeftin encama karê giran ê serkirdeyên Iraqê ye ku berjwendiya xelkê Iraqê kirine karê pêşiya hemû tiştan.

Duh roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023an, rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ji aliyê Kompaniya Somo ve tê firotin û dahata wê di hejmareke bankî ya taybet de tê hilgirtin, ku dê di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.