Li Hatayê bi hêza 4.1 erdhej pêk hat

Li navçeya Samandagê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê erdhejeke bi pileya 4.1 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Samandagê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê erdhejeke bi pileya 4.1 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Samandagê ya ser bi parêzgeha Hatayê, bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 08:15 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.