Hikûmet nirxê du cureyên benzînê li Herêma Kurdistanê dike yek

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sibe duşemê ve nirxê benzîna ​​“Kar” û “Lanaz” dike yek.

Jêderekî ji Komîta Dabeşkirina Sotemeniyê ji K24ê re ragehand, biryar e sibe roja duşemê 01.05.2023 ev biryar were cîbicîkirin.

Wî jêderî diyar kir, benzîna ​​ku ji taksî, otobus û kamyonên biçûk re dihate terxankirin ku her lîtreyek bi 690 dînar dihat firotin, dê bibe bi 750 dînarî.

Her wiha benzîna ​​ji cura Lanaz a ku bi 800 dînar bû, dê bihayê wê jî bibe 750 dînar.