Cotkarek li çiyayên Seqizê şoreşeke nû ya çandinê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî devera Seqizê ya parêzgeha Sineyê ku devereka çiyayî ye, cotkarekî ji bo cara yekê birinc çandiye û kariye berhemekî baş ê birinc bi dest bixe.
Ew birincê ku hatiye berhemanîn berevajî rêbaza asayî ya birincî ye avê pir naxwaze. Vî cotkarî bi vî karê xwe îsbat kir ku li deverên sar û çiyayî jî birinc şîn dibe û di demeka kurt de jî digihîje. Piştî vê ceribandina serketî ya vî cotkarî jî, niha cotkarên din jî yên gund biryar daye ku sala bê birincî biçînin.
Mensûr Seadet, ku bi Hosta Mensûr tê naskirin, cotkarekî xelkê gundê Seydavaya Cemiyanê ya girêdayî Seqizê ye, îsal tenê ji bo ceribandinê di pareka zeviyên xwe de birinc çandiye.
Devera Seqizê devereka çiyayî û sar e û nêrîna berbelav a di nava cotkarên vê deverê de ew bû ku li vî cihî birinc şîn nabe, lê Hosta Mensûr dibêje ku ji ber ku ew ji bo karê peywendîdar û çandina daran li gelek deveran geriyaye, ji bo wî diyar bûye ku cotkarên devera Bextiyariyê ku devereka çiyayî ye birincî berhem tînin, lewma bizav kiriye ku vê ezmûnê veguhêze Seqizê jî.
Mensûr Seadet got: "Min biryar da ku ji bo cara yekê çandina birincê li deverê biceribînim, spas ji Xudê re gelek baş hat berhemanîn. Armanca min ji çandina birincî ew bû ku cotkarên deverê her sal çewenderan diçînin û pir avê jî dixwaze, lê ji bo berhemanîna birincî ew têgihiştina ku daye cotkaran goya pir avê dixwaze û nabe birincî li nav zeviyên xwe biçînin, xelet e û berevajî vê yekê pir kêm avê dixwaze û bereke baş jî dide, tenê awayê çandina wê giring e."
Hosta Mensûr bi du qonaxan birincê xwe berhem aniye. Di serê havînê de dindikên birincî ji bo berhemanîna şitlên birincî çandine û di dema kêmtir ji mehekê de şitil gihîştine. Di dû re di dawiya meha yekê ya havînê de ew şitil di nav zeviyên xwe de çandine û piştî sê mehan kariye di rûberekî du hezar metrî de nêzîkî 500 kîloyên birincê pir baş berhem bîne. Niha cotkarên wî gundî dibêjin ku sala bê ew jî dê dest bi berhemanîna birincî bikin.
Li Rojhilatê Kurdistanê pêştir tenê li derdora Gola Zirêbarê ya parêzgeha Sineyê û devera Serawileyê ya Îlamê birinc dihat berhemanîn. Berhemanîna birincî li devera çiyayî ya Seqizê, ku ezmûneke nû lê serketî ye, dikare ji bo cotkarên deverên çiyayî yên parêzgehên Urmiye û Kirmanşanê jî bibe palder.