Nêrîna welatiyên Bakurê Kurdistanê li ser sozên partiyên siyasî
Hilbijartinên 14 Gulanê nêzîk dibin û tifaq û namzed hewil didin bêhtir bandorê li dengderan bikin, lê her çiqas her dengderek xwedî helwestek be jî di wê baweriyê de ne ku pirraniyê sozên tên dayîn ji bo bidestxistina dengan e.
Diyarbekir (K24) - Hilbijartinên 14 Gulanê nêzîk dibin û tifaq û namzed hewil didin bêhtir bandorê li dengderan bikin, lê her çiqas her dengderek xwedî helwestek be jî di wê baweriyê de ne ku pirraniyê sozên tên dayîn ji bo bidestxistina dengan e û çavdêr jî dibêjin bo dengderên kurd sozên şênber nehatine dayîn.
Ji hilbijartinên 14ê Gulanê demek zêde nema û qedexeyên hilbijartinê yên wek aşkerekirina rapirsiyan jî dest pê kirin. Gelo di serdema bangeşiyan de li Bakurê Kurdistanê namzedan karîn xwe bigihînin nav cîhana dengderan an na. Gelo namzedan karîn nîşan bidin ku dê pirsa kurd çareser bikin an na.
Derbarê vê mijarê de çavdêrên siyasî balê dikêşin ku namzedan nekarîne bi awayekî serkeftî û bibandor behsa çareseriya pirsa kurd bikin ji ber ku hilbijartina 14ê Gulanê şerê kemalîst û muhafazakaran a bidestxistina dewletê ye.
Çavdêrê siyasî Îbrahîm Guçlu ji K24ê re diyar kir: “Ti aliyekî helmetek serkeftî dernexist holê. Ne tifaqa cumhur ne jî tifaqa millet bo kurdan çi gotinek zelal nagotin bo çareseriya pirsa projeyek pêşkêş nekirin.”
Derbarê sozên ji aliyê namzedan ve tên dayîn de jî di nava civakê de baweriyek xurt nîne. Di nava civakê de 2 pirsgirêkên sereke hene ku yek jê pirsa kurd e û yek jî rewşa aboriyê ye û welatî div an mijaran de çaverêyî gavên şênber in lê welatî dibêjin ew naxwazin, tenê dema hilbijartinan de werin bîra siyasetmedaran.
Welatiyekî diyar kir: “Tên dibêjin em merivê hev in û piştî hilbijartinan kes kesî nas nake.”
Welatiyekî din jî destnîşan dike: “Divê rewşa me berçav bigirin lê tên xelkê bi zorê dibin mîtîngan, wisa nabe.”
Herwiha welatiyek jî dibêje: “Siyasetmedar bo xwe dixebitin, piştî hilbijartinan em nayên bîra wan.”
Şîrovekar di wê baweriyê de ne ku di nava 2 tifaqên sereke de nûnertiya kurdan lawaz e û ji ber wê yekê jî derbarê çareseriya pirsa kurd de projeyên şênber nehatine pêşkêşkirin.