Axios: Şanda danûstandinan a Amerîkayê geşta xwe paş xist

Navenda Nûçeyan (K24) - Di demekê de ku cîhan li benda destpêkirina gera duyê ya danûstandinên Îslamabadê bû, nûtirîn pêşhat nîşan didin ku pêvajoya dîplomatîk a di navbera Waşinton û Tehranê de gihîştiye asta xetimînê. Tenê çend saet ji bo bidawîbûna dema agirbestê mane, lê ne şanda Amerîkayê gihîştiye Pakistanê û ne jî Tehranê amadehiya xwe ji bo danûstandinan nîşan daye.

Li gorî raportên kanala CNNê û malpera "Axios"ê, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, ku biryar bû serkêşiya şanda welatê xwe li Pakistanê kiriba, hîn ji axa Amerîkayê derneketiye. Berpirsên Koçka Spî eşkere kiriye ku Vance li Waşintonê maye daku tevlî civînên hûr û kûr bibe li ser awayê serederîkirina ligel Îranê piştî bidawîbûna agirbestê. Ev derengketin wekî nîşaneyekê ji bo îhtîmala şikestina bizavên aştiyane tê dîtin.

Li gorî zanyarên Axiosê, Jared Kushner û Steve Witkoff, her du endamên sereke yên şanda danûstandinan a Trump hîn ji Amerîkayê derneketine. Balafireke girêdayî Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê (DHS), ku biryar bû sibeha îro ew ji bajarê Meyamiyê bibe Ewropayê û piştre bibe Pakistanê, geşta wê hatiye paşxistin; ew balafir tenê berî çend deqîqeyan ji Meyamiyê derketiye, lê li gorî daneyên firînê ber bi Pakistanê ve neçûye, belkî rasterast ber bi Waşintonê ve çûye.

Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê Ataullah Tarar li ser tora civakî ya Xê nivîsiye ku, welatê wî wekî navbeynkar hîn tu bersiveke fermî ji aliyê Îranê ve ji bo şandina şandekê ji bo Îslamabadê wernegirtiye.

Wezîrê Pakistanî hişyarî da ku agirbest dê saet 04:50 ê serê sibeha roja Çarşemê (bi dema Pakistanê) bi dawî bibe û biryara Îranê di vê demê de yekcar yekalîker û hestyar e.

Çavkaniyên Îranî amaje bi wê yekê dikin ku Tehran ji ber berdewamiya dorpêça deryayî ya Amerîkayê û desteserkirina keştiyên xwe ji aliyê Hêza Deryayî ya Amerîkayê ve li ser şandina şanda xwe dudil e. Herwesa Îran di roja 50ê ya qutkirina înternetê de ye, ku ev yek bûye sedema zexteke aborî ya giran li ser şanda danûstandinan a wî welatî.

Ev xetimîna dîplomatîk di demekê de ye ku Donald Trump û Sererkanê Artêşa Amerîkayê hişyariyên tund dane; Trump ragihandibû: "Gava agirbest bi dawî dibe, bombe dê dest bi teqînê bikin". Tekez jî kiriye, “Eger liehvkirin neyê îmzakirin, Amerîka amade ye bi hêzê bernameya atomî ya Îranê bi dawî bîne.”