Îran: Em ji bo her rûbirûbûnekê amade ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêza Asmanî ya Artêşa Pasdaran ragihand ku, hêzên wan amade ne bersiva her bombebaraneke Amerîkayê bidin; herwesa got ku ew tenê li benda fermana dawiyê ne daku deverê bixin nav qonaxeke nû ya pevçûnan.
Fermandarê Hêza Asmanî ya Artêşa Pasdarên Îranê Mecîd Mûsewî îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) di peyameke tund û wekî gefan de li ser tora civakî ya Xê ragihand ku, hêzên wan di lûtkeya amadebaşiyê de ne ji bo rûbirûbûna her êrîşekê û bersivdana welatên "dijmin". Tekez jî kir ku, Îran li hemberî zextan serê xwe natewîne û got: "Em dê tu carî xwe nedin dest û teslîmî daxwazên dijmin nebin."
Wî fermandarê pilebilind ê Artêşa Pasdaran eşkere kir ku, hemî yekîneyên wan di rewşa "amadebaşiya tund" de ne û got: "Hêza Asmanî û Deryayî ya Artêşa Pasdaran niha tiliya wan li ser celebka çekan e û ji bo her îhtîmal û rûbirûbûnekê amade ne."
Mûsewî tekez jî kir ku hêzên wan bi temamî hatine perwerdekirin û ji bo bicihanîna erkên xwe amade ne, û ji bo destpêkirina her operasyonekê tenê li benda fermana "Îmam û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar" in.
Ev daxuyaniyên tund ên Fermandarê Hêza Asmanî ya Îranê di demekê de ne ku tenê çend saetên kêm ji bo bidawîbûna dema agirbestê mane û hêviyên gihîştina lihevkirina siyasî li Pakistanê ber bi kêmbûnê ve diçin.
Malpera “Axios”ê jî her îro li ser zarê Sererkanê Amerîkayê Dan Kane belav kir: "Em ji bo destpêkirina operasyonên şer ên mezin li dijî Îranê di her deqîqeyekê de li ser sînorê amadebaşiya temam in." Ev daxuyanî nîşaneke zelal e ku Waşinton li benda bidawîbûna agirbestê ye ji bo destpêkirina bombebaranan eger lihevkirin çê nebe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din peyameke wêrankirinê arasteyî Tehranê kir û ragihand: "Heke agirbest şeva Sêşemê bi dawî bibe û lihevkirin neyê kirin, hejmareke zêde ya bombeyan dê dest bi teqînê bikin." Trump tekez jî kir ku armanca wî ya sereke tenê tiştek e: "Divê Îran tu carî nebe xwediyê çekê atomî."