Li Şirnexê 2 leşkerên Tirkiyê û 3 gerîla hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê di encama şerekî de, du leşkerên Tirkiyê, pasewanekî gundan û 3 gerîlayên PKKê hatin kuştin.
Li dordora gundên Şirnexê di navbera arteşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şerekî giran derket.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, di encama şer de 2 leşkerê Tirkiyê û pasewanekî gundan hatin kuştin û ji aliyê PKKê ve 3 gerîla hatin kuştin.
Ev şer di demekê de ye, PKKê ji ber hilbijartinên Tirkiyê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandibûn.