Li Şirnexê û 14 herêman qedexe hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnex û navçeyên wê, 14 herêm ji bo 15 rojan weke herêmên "ewlehiya taybet a demkî" hatin ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê, li navenda Şirnex û 14 herêmên li navçeyên Cizîr, Silopiya, Qilabana, Guçlukonak û Beytûşşebabê di navbera 16-30ê Gulanê de weke herêmên "ewlehiya taybet a demkî" hatin ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê diyar kir, ji 16’ê Gulanê heta 30’ê Gulanê li 14 herêman qedexe hatiye ragihandin û hat destnîşankirin ku çûnûhatina welatiyan li herêmên navborî hatiye qedexekirin.