Rêveberê Giştî yê Gumrikê: Di kabîneya Nehem de çaksaziyên baş li deriyên sînorî hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê dibêje, di Kabîneya Nehem de çaksaziyên baş li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin. Her wiha got, deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji deriyên sînorî yên Iraqê baştir tên birêvebirin.
Îro duşemê 29.05.2023 di çarçoveya projeya bihêzkirina berpirsatî û serweriya yasa de, raporta (bandora pirsgirêka deriyên sînorî li ser aborî û dahata Herêma Kurdistanê) bi alîkariya Saziya Amerîkî (NED) di çakakiyekê hat belavkirin.
Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman di çalakiyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Kabîneya Nehem çaksaziyên baş li deriyên sînorî kirin, ji wan jî: Me sîstema birêvebirina van dergehan kiriye elektronîk.”
Bi gotina Rêveberê Giştî yê Gumrikê, hemû deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi rêya elektronîk kar dikin û deriyên din ên sînorên Iraqê jî bi dest kar dikin.
Samal Ebdulrehman her wiha got, dahata deriyên Herêma Kurdistanê ji dahata hemû dergehên Iraqê zêdetir e û ev yek jî nîşan dide ku deriyên me ji deriyên Iraqê baştir tên birêvebirin.
Got jî: “Bi gotina berpirsên hikûmeta Iraqê bi xwe jî, tenê ji sedî 10 ji dahatên deriyên sînorî vedigerin xezîneya hikûmetê, lê eger em wê bi hemû gendeliyên heyî re bidin ber hev jî, wê demê ji sedî 85 ji dahatên deriyên sînorî vedigerin xezîneya Hikûmeta herêma Kurdistanê.
Hejmara deriyên bejayî yên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê ve girêdide, 3 derî ne, ew jî: Îbrahîm Xelîl û Ser Zêr li parêzgeha Duhokê ne. Di vê mehê de jî deriyê sêyem Zêt li parêzgeha Hewlêrê hat vekirin.
Her wiha 5 deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi Komara Îranê ve girê didin hene: Perwîzxan, Başmax, Şuşmê û Kêlê li parêzgeha Silêmaniyê û Hacî Omran jî li parêzgeha Hewlêrê.