Li bendera Derînce ya Kocaeliyê teqîn.. Birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bendera Derînce ya Kocaeliyê di sîloyekê de teqînek rû da û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê, îro demjimêr 14:40ê piştî nîvro teqîneke mezin di siloyeke genim de li nêzîkî bendera Dêrinca rû da.

Hejmarek mezin tîmên berevaniya sivîl û vemirandina agir ber bi herêmê ve hatine şandin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 10 kes birîndar bûne û ziyan gihiştiye avahiyên derdorê.

Derbarê sedema teqînê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.