Omêd Xoşnaw: 500 hezar welatiyên Îranî di Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran re diçin başûrê Iraqê

Parêzgarê Hewlêrê hemû fermangehên xizmetguzarî û aliyên pêwendîdar raspartin ji bo pêşwazîkirina li ziyaretkarên Îranî, her wiha daxwaz kir ku ji bo xizmetkirina wan amadekariyan bikin.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê hemû fermangehên xizmetguzarî û aliyên pêwendîdar raspartin ji bo pêşwazîkirina li ziyaretkarên Îranî, her wiha daxwaz kir ku ji bo xizmetkirina wan amadekariyan bikin.

Îro Sêşemê 8ê Tebaxa 2023an, bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û bi amadebûna Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêmê Hêmin Mîranî, li dîwana parêzgariyê, civînek ligel hemû fermangehên xizmetguzarî û aliyên pêwendîdar li ser plan û amadekarî û dariştina mekanîzmaya hatina ziyaretkarên Komara Îslamî ya Îranê ji bo cihên pîroz ên Iraqê û mana wan a li Hewlêra paytext, hat encamdan.

Di civînê de, piştî ku bi hûrgilî behsa hemû plan û amadekarî û dariştina mekanîzmaya hatina ziyaretkarên Komara Îslamî ya Îranê bo cihên pîroz ên Iraqê hat kirin, ku biryar e, di naverasta vê mehê de 500 hezar ziyaretkarên Îranî li Deriyê Sînorî yê Navdewletî Hacî Omeran ji nav axa Herêma Kurdistanê dest bi geşta xwe ya bo cihên pîroz ên Iraqê bikin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw hemû fermangehên xizmetguzarî û aliyên pêwendîdar raspartin ku her çi pêwîst bike ji bo rawestgehên pêşwaziyê û mana wana li Hewlêra paytext, ji xala Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Hacî Omeran ve heta xala dawî ya sînorî ya parêzgehê werin encamdan.

Omêd Xoşnaw her wiha daxwaz kir ku di amadebaşiya temam de bin û xizmetguzariyên pêwîst û silametiya hatin û çûna wan were pêkanîn û hêsankarî ji bo wan were pêşkêşkirin.

Par li ser bingeha rêkeftina navbera Parêzgeha Hewlêrê û Parêzgeha Urmiyê cara yekem bi fermî proseya hatina ziyaretkarên Îranê ji bo cihên pîroz ên Iraqê ji xala sînorî yê Hacî Omeran ve heta nav axa Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Di proseyê de zêdetirî 70 hezar ziyaretkarên Îranê bi rêya Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Hacî Omeran ve bo serdana cihên pîroz ên Iraqê hatine nav axa Herêma Kurdistanê, piştî mana wan a li Hewlêra paytext, ber bi cihên pîroz ên Iraqê bi rê ketin.