Li Bakurê Kurdistanê pileya germê bilindtir dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Bakurê Kurdistanê germahiya hewayê dê 10 pileyan ji pileyên asayî yên havînê zêdetir be.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê hişyarî dide, dê heta hefteyekê pileya germahiyê 10 pile e ji pileyên asayî yên havînêzêdetir be.
Li bajarên wekî Diyarbekir, Sêrtê, û Batmanê pileya germahiyê ji 40 pileyê zêdetir be.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya di hişyariya xwe de diyar dike ku, bila zarok, kesên nexweş û bitemen danê nîvro dernekevin derve.