Barana Xxurt kendên Hewlêrê tijî kirin û lehiyê çend otombîl birin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama lehiya şeva borî ya Hewlêrê de, heta kendên avê yên ku beriya çend salan ji bo vegirtina ava baranê hatibûn çêkirin jî tejî av bûn, zarokek û şofêrekê amûrên giran canê xwe ji dest dan û zirarên mezin ên madî gihîştin mal û otomobîlên welatiyan.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê Ehmed Ebdulsemed, berî barîna barana xurt, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Navenda Qeyranan ji bo danîna plana pêşwext li hember vê pêşhatê di amadebaşiyê de bûn.
Dema ku baranê dever vegirt û gihîşt Hewlêrê, ji her aliyî ve lehî çê bû, heta li wan cihan jî yên ku kendên avê beriya çend salan ji bo vegirtina ava baranê hatibûn çêkirin, daku av tê re derbaz bibe, av li deriyên din geriya û bandor li ser cadeyan çê kir, ji ber ku qebareya ava barana şeva borî ji qebareya wan kendan zêdetir bû.
Herwisa tevahiya tîmên rizgarkirinê yên girêdayî Berevaniya Sivîl di erkê xwe de bûn û xwebexş jî ji bo alîkariya tîman amade bûbûn. Di encama wê lehiyê de, zarokek xeniqî û şofêrê yek ji amûrên giran jî ku mijûlî vekirina rêya avê bû canê xwe ji dest da.
Şahidiekê wê bûyerê ji Kurdistan24ê re got: "Ji ber lehiyê kurê hevalê min canê xwe ji dest da. Ava baranê ewqas bilind bû ku min nekarî ji malê derbikevim. Di eynî demê de çend otomobîl ketin nav kendê û hêza avê heta 400 metreyan otomobîl birin û di nav Kornîşa Hewlêrê de kom kirin."
Wî welatîyî ron jî kir ku bavê wî zarokî dikaneke guhartina rûn li wê taxê heye û qurbanî jî zarokê wî yê yekê bû. Herwisa behsa wê yekê jî kir ku bilindbûna asta avê li derveyî pêşbîniyan bû û ev cara yekê bû ku bi wî rengî av di kendê de bilind bibe û ji kontrolê derbikeve.
Êvara duhî Şemî, 7ê Mijdara 2026ê, di encama hatina pêleke giran û pêşbînînekirî ya baranê bo ser Herêma Kurdistanê de, ku navenda giraniya wê li ser navenda bajarê Hewlêrê û derdorên wê bû, li gelek tax û cadeyên sereke yên wî bajarî lehî û pengiyana avê çê bûn.
Bilindbûna ji nişkê ve ya asta avê li sînorê bajarkê Kesnezanê û taxa Hewlêra Nû bû sedema gehiştina ziraran bo bi dehan malan û di bin avê de mana hejmareke otomobîlên welatiyan, li kêleka çêbûna astengiyeke giran a çûnûhatinê li piraniya cihan.