Li Herêma Kurdistanê 3 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir, desteserkirina 3 bazirganên madeyên hişber bi hevkariya asayîşa Kerkûkê ragihand.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir îro 9ê Tebaxa 2023an, di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 kes bi tometa kirîn û firotina madeyên hişber li Hewlêrê desteser kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di dema desteserkirina wan 3 tometbaran, kîloyek û 650 gram tiryak, 3 terazû û 9 hezar dolar hat desteserkirin.

Da zanîn jî, “Yek ji tohmetbaran, tometa sivikatîkirina bi zarokekî li ser heye û derbarê wan her 3 tometbaran de lêpirsîn hatiye vekirin û dê bên dadgehkirin.”

Desteserkirina wan 3 tohmetbaran di demekê de ye, Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbirê roja 6ê Tebaxa 2023an di daxuyaniyekê de, desteserkirina “9 bazirganên sereke yên madeyên hişber” ragihand û dest danî ser “bêtir ji 452 kîlo hebên kaptagonê û 50 kîlogram afyonê.”

Li gor amarên fermî yên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbirê, ji destpêka meha Gulana îsal û heta roja 9ê Tebaxa 2023an, zêdetirî 710 kes bi tometa kirîn, firotin û bikaranîna madeyên hişbir hatine desteserkirin.