Li Rûsyayê di teqînekê de 45 kes birîndar bûn
Li depoya kargeheke Rûsyayê teqînekê rûda û di encama bûyerê de 45 kes birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li depoya kargeheke Rûsyayê teqînekê rûda û di encama bûyerê de 45 kes birîndar bûn.
Li bajarê Sergiyev Posad yê li bakurê Moskowa paytexta Rûsyayê teqînekê rûda.
Medyaya Rûsyayê ragihand, teqîn di depoyeke fîşekên hewayî de rûdaye û 45 kes birîndar bûne.
Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê Anton Gerashchenko piştî teqînê wêneyeke dûmanê parve kir û îdia kir ku ew der karegeheke çêkirina çekan e.