Li Silêmaniyê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin
Silêmanî (K24) – Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê, li qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal ragihand, li qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin û li gor zanyariyên destpêkê, du kes birîndar bûne.
Qaymeqamê Qezaya Dûkanê Sîrwan Serhed ji Kurdistan24ê re ragihand, bi dronê êrîşî otomobîlekê li ser rêya Dûkanê ber bi qezaya Xelekan, li nêzîkî gundê Qelate hat kirin, du kesên di nav otomobîlê de bûn, ku yek ji wan xelkê Sûriyê û yê din jî xelkê Helebceyê ye, her du jî birîndar in û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Sîrwan Serhed eşkere kir, ev cara yekem e ku li wê navçeyê bûyereke bi vî rengî rûdide. Tîmên tendirustiyê û Berevaniya Şaristanî demildest gihiştine navçeyê û birîndar veguhestine.
Roja 6ê vê mehê firokeyeke Tirkiyê li Çemankê otomobîleke kiribû armanc û tê de welatiyekî bi navê Alan Îsmaîl hatibû şehîdkirin ku pênc meh berê zewicîbû û her wiha kesekî din jî birîndar bûbû.