Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 9ê Tebaxê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê David Berger kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 9ê Tebaxê pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê David Berger kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan hat kirin.

Her du aliyan tekezî li girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî bi arasteya berevanîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Mijareke din a civînê li ser gotûbêjên amadekirina yasaya petrol û gazê ya federalî bû, ku pêwîst e amadekirina yasayê, li ser bingeha rêzgirtina li destûr û sîstema federal a Iraqê be.

Di beşeke din a civînê de li ser girîngiya berdewambûna çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li gor karnameya Kabîneya Nehem û dûrxistina hemû cûre destwerdanên partiyan li nav wezaretê hat kirin.

7686
7876
768