5 leşkerên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin kuştin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, di encama êrîşekî gerîlayên PKKê de pênç leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê, li Zapê di encama êrîşekê gerîlayên PKKê de 2 leşkerên wan canê xwe ji dest dan û 3 leşkerên jî birîndar bûne.

Hat ragihandin, 3 leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û tevî destêwerdana bijîşkî jî, her sêyan jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê amaje bi wê da, operasyonên wan li herêmê dewam dikin.

Arteşa Tirkiyeyê ji 14 Nîsana sala 2022an ve li deverên wekî Zap, Avaşîn û Metînayê operasyoneke berfireh li dijî gerîlayên PKKê bi rê ve dibe. Li gorî amaran jî, heta niha nêzikê 150 leşkerên Tirkiyeyê û zêdetir 500 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dane.