Parêzgarên 73 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin guhertin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê parêzgarên 73 bajaran hatin guhertin, 18 ji wan parêzgarên bajarên bakurê Kurdistanê ne.
Bi biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, parêzgarên 73 bajaran hatin guhertin û 57 parêzgarên nû hatin erkdarkirin.
Di nava bajarên Bakurê Kurdistanê ku parêzgarên wan hatine guhertin de bajarên wekî, Colemêrg, Çêwlig, Bîdlîs, Agirî, Erdexan, Erzîngan, Erzirom, Îdir, Mereş, Qers, Kilîs, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Dêrsim jî hene.
Hefteya borî jî Rêveberên Rêveberên Polîsên 52 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn guhertin.