Rapirsî: Kîjan partî dikare pirsên Tirkiyê çareser bike?
Li Tirkiyeyê kompanyaya rapirsînê Asalê li 26 bajaran digel du hezar û 520 kesan rapirsînek kir û "Gelo pirsgirêkên Tirkiyeyê kîjan partî dikare çareser bike?" arasteyî beşdaran kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiyeyê kompanyaya rapirsînê Asalê li 26 bajaran digel du hezar û 520 kesan rapirsînek kir û "Gelo pirsgirêkên Tirkiyeyê kîjan partî dikare çareser bike?" arasteyî beşdaran kir.
Li gor encaman piraniya xelkê Tirkiyeyê digel hemû pirsgirêkên aborî û siyasî, baweriya xwe bi AK Partiyê tîne û ji sedî 27.9ê wan di wê nêrînê de ku tenê AK Partî dikare pirsên Tirkiyeyê çareser bike. Lê aliyek heye ku encama herî balkêş a rapirsînê ye. Yên ku dibêjin çi partiyên li Tirkiyeyê nikarin pirsên wan çareser bikin ji sedî 26.7 e. Ev encam bi zelalî diyar dike ku, xelkê Tirkiyeyê ne ji deshilata xwe ne jî ji opozîsyona xwe bawer e. Heke mirov aliyê bênêrîn jî li vê rêjeyê zêde bike, rêjeya bêviyan ji hemû partiyan derbas dike.
Ji alîkî ve pirsa Kurdî, demokrasî û maf û azadiyan, ji alîkî din vejî pirsa aborî û penaberan, Tirkiye di siyaseta xwe ya navxwe de bi çendîn pirsên ciddî re rûbirû ye. Di siyaseta derve de jî ji krîza Sûriyeyê heta pêwendiyên digel Amerîkayê gelek pirsên neçareserkirî hene.
Tam di nava van pirsên germ de kompanyaya rapirsînê Asalê li 26 bajaran digel du hezar û 520 kesan rapirsînek kir û “Gelo pirsgirêkên Tirkiyeyê kîjan partî dikare çareser bike?” arasateyê beşdaran kir.
Li gor encaman piraniya xelkê Tirkiyeyê digel hemû pirsgirêkên aborî û siyasî, baweriya xwe bi AK-Partiyê tîne û ji sedî 27.9ê wan di wê nêrînê de ku tenê AK-Partî dikare pirsên Tirkiyeyê çareser bike.
Piştî AK Partiyê, xelkê Tirkiyeyê ji CHPê bawer dike û rêjeya wan ji sedî 18.8 e. Partiyên wekî ÎYÎ Partî, HDP û MHP nekarîne baweriya xelkî bidest bînin rêjeya wan a kêm her yek nêzikê hev in. Ji sedî 3.8ê beşdaran ji partiyên din bawer dikin, ji sedî 7.2yê wan jî an bênêrîn in an jî nêrîna xwe diyar nekirine.
Lê aliyek heye ku encama herî balkêş a rapirsînê ye. Yên ku dibêjin çi partiyên li Tirkiyeyê nikarin pirsên wan çareser bikin ji sedî 26.7 e. Ev encam bi zelalî diyar dike ku, xelkê Tirkiyeyê ne ji dehilata xwe ne jî ji opozîsyona xwe bawer e. Heke mirov aliyê bênêrîn jî li vê rêjeyê zêde bike, rêjeya bêviyan ji hemû partiyan derbas dike.
KÎJAN PARTÎ DIKARE PIRSÊN TIRKIYEYÊ ÇARESER BIKE?
AK PARTÎ % 27.9
CHP % 18.8
ÎYÎ PARTÎ % 6
HDP % 4.9
MHP % 4.7
PARTIYÊN DIN % 3.8
BÊNÊRÎN % 7.2
HÎÇ JI WAN % 26.7