Li Çewligê bi hêza 4.3 erdhej rûda

Li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.3 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha  Çewligê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.3 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê, bi hêza 4.3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 04:55 xulekan de û 7.43 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Duh jî li navçeya Yeşîlyurt a ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda.

Her wiha li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê jî bi hêza 4,2 pile erdhej rûdabû.