Li Silêmaniyê welatiyekî ji ber pêvedana mêşhingiv canê xwe ji dest da
Li gundekî sînorê nahiya Germikê ya ser bi qezaya Pênciwênê ya Silêmaniyê mêşhingiv bi welatiyekî ve da û di encamê de canê xwe ji dest da.
Silêmanî (K24) – Li gundekî sînorê nahiya Germikê ya ser bi qezaya Pênciwênê ya Silêmaniyê mêşhingiv bi welatiyekî ve da û di encamê de canê xwe ji dest da.
Nexweşxaneya Giştî ya Şehîdan a li Pênciwênê ragihand, îro înê 11ê Tebaxa 2023an, di demjimêr 12:00an de termê kesekî bo nexweşxaneyê hat gihandin û piştî pişkinîn û karên pêwîst, li gor gotina şahidhalan li çiyayekî paş gundê Golxelanê yê nahiya Germikê ya qezaya Pênciwênê hingiv geriyane û ji ber pêvedana du mêşhingivan û hestyariya li hember mêşhingivan, kesekî canê xwe ji dest daye.
Hatiye eşkerekirin ku xebatkarên hawarçûnê karên pêwîst ji bo wî kirine û karê bijîşkê dadî li nexweşxaneyê li ser wî hatiye kirin.
Li gor amarên nexweşxaneyê, di nava sê rojên borî de zêdetirî 30 haletên pêvedana mêşhingiv, dûpişk û maran hatine beşa hawarçûnê ya nexweşxaneyê û karên pêwîst ji wan re hatine kirin.
Her wiha ji mêşvanan dixwazin ku bi baldarî serederiyê bikin û di dema rûdana her haleteke pêvedanê de demildest bigihînin nexweşxaneyê.